Artêşa Tirkiyê Girê Sipî topbaran kir
Di daxuyaniyekê de YPGê ragehan ku doh bi şev 5 Çile artêşa Tirkiyê heta destê sibeha îro 6 Îile bi topan taxa Saylo li Girê Sipî kirin armanc, lêbelê YPGê di daxuyaniya xwe de ti encamp diyar nekiriye.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekî jî kir ku, çekdarên DAIŞê gundê Ên Îsayê Şirkirak bi topan kirine ermanc, bêyî ku hurgiliyan bide diyar kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku: Îro li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê YPGê karîbû çend çekdarên Elnusra bikuje û otombîlek wan a leşkerî birûxîne.
Basnews
