• Friday, 20 February 2026
logo

PDKÎ bang li PDKê kir: Werin em bibin yek!

Gulan Media February 7, 2016 Nûçe
PDKÎ bang li PDKê kir: Werin em bibin yek!
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) banga hevgirtinê li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û ragihand, bi vê cihêbûnê tenê neyarên kurdan qezenc dikin.

PDKa Rojhilat duh li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê, 16emîn kongreya xwe li dar xist. PDKÎ ji bo kongreyê hatibû vexwandin lê wê partiya Rojhilatî li şûna tevlîbûna kongreyê, tenê peyamek ji PDKê re şand.

Di peyama PDKÎ de piştî gilî û gazinan ji cihêbûna PDKê, hatiye gotin ku ji wê veqetiyanê tenê komara îslamî ya Îranê û neyarên gelê kurd qezenc kirine ji ber wê jî divê dîsa her du partî bibin yek.

PDKÎ her wiha ragihandiye, yekbûna PDK û PDKÎ dê bibe sedema bihêzbûna her du partiyan û pêgeha kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Rojhilata Navîn û cîhanê de.

PDKÎ ji PDKê xwestiye ku bila hêrs û kîn nebe asteng li pêşiya hevgirtinê û bila “darek nebe kelem pêşiya dîtina daristanê”.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sala 1945 hatiye damezirandin. Navê wê partiyê paşê bû Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ).

Di nav PDKÎ de sê caran veqetiyan çêbûye. Yekemîn veqetiyan, sala 1980ê û di kongreya çaremîn de çêbû. Wê demê komek rayedarên wê partiyê bi serokatiya Xenî Bilûriyan jê cihê bûn.

Duyemîn veqetiyan jî di kongreya 8an de çêbû. Wê çaxê jî komek rayedarên partiyê bi serokatiya Celîl Gadanî cihê bûn lê di kongreya 10emîn de dîsa vegeriyan nav partiyê.

Herî dawî jî sala 2006ê û di kongreya 13an de veqetiyanek din çêbû û wek PDK xwe da nasîn. Serokatiya veqetiyana dawî Xalid Ezîzî dikir ku niha Sekreterê PDKê ye. Sekreterê PDKÎ jî Mistefa Hicrî ye.

Wan her du partiyan, kongreyên 14 û 15 bi awayekî hevbeş li dar xistin lê PDK biryar da kongreya 16an bi tenê li dar bixe.

Rudaw
Top