• Friday, 20 February 2026
logo

HSD xwe amade dikin jibo rizgar kirina Minbicê

Gulan Media February 7, 2016 Nûçe
HSD xwe amade dikin jibo rizgar kirina Minbicê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amadejkariyên xwe dikin jibo ku dest bi operasyonên rizgar kirina bajarê Minbicê bikin, bi hemahingî ligel Hevpeymaniya Navdewletî bi serperştiya pisporên Amerîkî û Fransî.

Li gorî malpera Welatî HSD beşekî mezin ji hêza xwe ya li Cizîr û Kobanê ber bi bendava Tişrînê ve biriye wek amadekariyekê jibo êrîşa liser bajarê Minbicê li rojavayê çemê Feratê.

Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletê li dijî DAIŞê bi tundî baregeh û navendên DAIŞê li wî nbajarî û derdora wî topbaran dike. Herwiha DAIŞê çekdarên xwe yên biyanî ber bi bajarê Reqayê ve birine û bi tenê çekdarên xwe ku ji xelkê wê herêmê pêhatine li Minbicê hiştine.

HSD bi tenê derdora 10 km dûrî bajrê Minbicê ne, piştî ku HSD gundên derdora bendava Tirştînê rizgar kirin bi alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya navdewletî.

Basnews
Top