Milîsên şîe: Eger em û Pêşmerge nebin Amerîka nikare şerê DAIŞê bike!
Di heyama çend rojên borî de hatibû gotin ku Amerîka ji rayedarên Iraqê re gotiye, Heşda Şeibî û milîsên şîe yên girêdayî hikûmetê ji hev belav bikin ji ber wê jî Bexdayê ew hêz ji hev belav kiriye.
Lê berdevkê Heşda Şeibî, Kerîm Nûrî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, tiştekî wisa tine û ewên ku dibêjin Heşda Şeibî ji hev belav bûye, rast nabêjin.
Kerîm Nûrî li ser daxwaziyên Amerîka ji bo nehîştina Heşda Şeibî û tevlînekirina wê hêzê di operasyonên li deverên sunnî yên Iraqê de jî got, Amerîka nikare bêyî Pêşmerge û Heşda Şeibî, bihustek ji xaka Iraqê jî rizgar bike. Dema Mûsil ket Amerîka li kuderê bû?!...
Li gorî wî milîsê şîe, Heşda Şeibî ji hemû gelên Iraqê pêk hatiye û hemû iraqiyan diparêze.
Hêza Heşda Şeibî, havîna sala 2014ê û bi fermana rêberê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî, li dijî DAIŞê hat avakirin.
Heta niha gellek caran, saziyên mafên mirov ên navdewletî, Heşda Şeibî bi binpêkirina mafên mirov tohmetbar kirine û Amerîka jî gellek caran ji Iraqê xwestiye milîsên şîe tevlî operasyonên li dijî DAIŞê neke.
Ji ber guvaşên Amerîka, artêşa Iraqê rê neda milîsên şîe tevlî operasyona bajarê Rumadî bibin.
Rudaw
