HDP û CHP: Paketa Davûtoglu nikare pirsgirêka kurd çareser bike
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu duh li Mêrdînê, paketek ji bo çareserkirina aloziyên li Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Paket, ji 10 xalan pêk tê.
Li gorî wê paketê, êdî dewlet bi PKK û saziyên wê yên çekdar re rûnanê û dê muxatebên pirsgirêka kurd jî bên guhertin.
HDP û CHP ji wê paketa dewletê ne razî ne. HDP dibêje, tevlîkirina saziyên sivîl di çareserkirina pirsgirêka kurd û aloziyan de gavekî baş e lê di mijara zêdekirina desthilata rêveberiyên herêmî de, dewlet ji dil nîne çimkî desthilata şaredariyan kêm dike û dide waliyan…
CHP jî dibêje, paketa han têrê nake û bi vê paketê pirsgirêka kurd nayê çareserkirin.
Rudaw
