• Friday, 20 February 2026
logo

Mafê kurdan heye ku çarenivîsa xwe diyar bikin

Gulan Media February 6, 2016 Nûçe
Mafê kurdan heye ku çarenivîsa xwe diyar bikin
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li ser referanduma Rêveberiya Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir ku Mafê Kurdan heye li Rojhilata Navîn çarenivîsa xwe diyar bikin û ragihand ku pêwendiyên Tirkiyê ên bi Herêma Kurdistanê re derengmayîne û diviyabû hê zûtir ev pêwendî bihata danîn.

Berdevkê HDP’ê ji televîzyona K24’ê re axivî li ser referandûma serxwebûna Rêveberiya Herêma Kurdistanê ragihand ku mafê kurdan heye ku çarenivîsa xwe diyar bikin û ev tişt gotin: “‘Helbet li Rojhilata Navîn, ji bikaranîna çavkaniyên xwe bigire heta diyarkirina çarenivîsa xwe ya bo pêşerojê û mîsogerkirina statûya xwe ya hiqûqî divê mafê Kurdan yê biryardayînê hebe û divê ev maf ji bo hemû parçeyan bi awayekî hevgirtî were parastin.'

Ayhan Bîlgen li ser pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê jî got ku ev pêwendî derengmayî ne û diviyabû hê zûtir ev pêwendî bihatana danî û di rastiyê de stratejiyeke wisa jî heye ku kurdan bînen hemberî hevdû.

Basnews
Top