• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşiyê li Serok Mam Celal kir

Gulan Media February 6, 2016 Nûçe
Serok Barzanî serxweşiyê li Serok Mam Celal kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Cenabê Mam Celal

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya birayê mezinê cenabê we, Kak Şêx Cengî Talebanî gihîşt me. Bi vê helkefta xemgîn pirse û serxweşiyên xwe bi cenabê û malbata xwedê jêrazî û hemû xizm û kes û karên we radigihînim û beşdarê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Şêx Cengî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayî û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.02.2016
Top