Demirtaş bo Davutoglu: Pêwîstiya me bi serokwezîrtiya te nîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahedîn Demirtaş derbarê birîndarên li Cizîrê, êrîş û kuştinên li Bakurê Kurdistanê pêk tê de li Mêrdînê axivî û got: “Divê her kes li dijî şerê kirêt divê rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike.”
Komîteya HDPê û DBPê ya ku ji bo rakirina dorpêça li ser navçeya Cizîrê û 19 birîndarên di jêrzemîna bînayê deli benda ambulansê ne û ev 5 roj in jî tu agahî ji wan nayê girtin, di nav hewldanan de ne û îro daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demirtaş, Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û karmendên tenduristiyê beşdarê civînê bûn.
Demirtaş di civînê de axivî û got: ‘Ji duh ve hem li vir hem jî li Enqereyê hevalên me ketin nava gelek hewldanan. Di encama van hevdîtinan de agahî ji me re hat, ku 3 ambûlans li ser rêya bingehîn a li pêşberî avahiya birîndar lê ne, disekinin. Lê belê beriya niha jî gelek caran ambûlans li ser vê rêyê hatibû sekinandin û destûr nehatibû dayîn kedkarên tenduristiyê bikevin nava kolanê.”
Herwiha Demirtaş got: “Em bi Serokwezîrekî welêt re rû bi rû ne, ku ji bo navçeyeke ev 50 roj in qedexe ye mirov derkevin derve dibêje, Em nizanin bê li wê avahiyê birîndar hene yan na'. Yê ku divê bi vê zanibe, tu ye. Eger tu bi vê nizanibe, wê çaxê pêwîstî bi serokwezîrtiya te nîne. Serokwezîr dibêje, 'Bila îspat bikin li wir birîndar heye'. Tuyê bêjî qey îspatkirina birîndaran berpirsyariya me ye. Ji ber vê yekê ambûlansê naşînin. Em bi zîhniyeteke siyasî ya fêmkirina wê zehmet e, rû bi rû ne.”
K24
