• Friday, 20 February 2026
logo

Hêmin Hewramî: Ne li dijî PYDê û YPGê ne

Gulan Media February 5, 2016 Nûçe
Hêmin Hewramî: Ne li dijî PYDê û YPGê ne

Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê ragehand ku ew piştgiriya nûnerên Kurd li kongreya Cenevre 3 dikin, da zanîn ku pêwîste PYDê xwe yekalî bike û li gel aliyên siyasî yên Kurd birê bikeve.

Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî derbarê beşdariya nûnerên Kurd li kongreya Cenevre 3 de jî got: Kurdistanê weke erkeke niştimanî alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, herwiha em piştevaniya nûnerê Kurd li Cenevre 3 jî dikin.”

Hewramî da zanîn ku rast e ew piştevaniya ENKSê dikin, lê di heman demê de jî ew dijatiya PYDê nakin. Hewramî hêvî kir ku PYDê xwe yek alî bike û wê gûmana li ser xwe ku ew alîgirê rejîma Sûriyê ne rake û li gel aliyên Siyasî li Rojava birê bikeve.
Top