Elheyat: Mesûd Barzanî li ser serxwebûna Kurdistanê bibiryare
Rojnameya Ereb ya Elheyatê ragihand ku helwesta Barzanî yê li ser referandumê ji bo serxwebûna Kurdistan û çarenûsa gele kurd bi biryare.
Rojname diyar kir ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, guh nade Amerîka û Ewrûpayê, ji bo bi dawî kirina pirsa referandûmê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê.
Şandeyeke Yekêtiya Ewrûpa serdana Kurdistanê kiribû û piştî civînê li gel alî yên Kurdistanî, daxwaz ji wan kiri bûn ku pirsa referandûmê bê bidawîxistin û bi dewleta Iraqê re bimînin.
Herwiha li ser wan yekan Barzanî peyamek weşandibû di peyamê de wiha gotibû: ‘Dema referandûmê hatiye û derfeta kurdan heye ku ji bo çarenûsa bi riya referandûmê biryara xwe bidin. Ev referandûm nayê wê wetayê ku dewleta Kurdî bê ragihandin.
Dê bi referandûmê îrade û nêrîna gelê kurd li ser çarenûsa wan bên zanîn û serokatî û aliyên siyasî ya Kurdistanê jî wê îrade û xwestina gelê Kurdistanê bi cih bînin.
