• Friday, 20 February 2026
logo

Komeleya Islamî helwêsta xwe derbarê rêfrandomê de ragehand

Gulan Media February 4, 2016 Nûçe
Komeleya Islamî helwêsta xwe derbarê rêfrandomê de ragehand
Serkirdeyekî Komeleya Islamiya Kurdistanê (Komel) ragehan ku, ew ligel encamdana rêfrandomê ne li Herêma Kurdistanê û amaje bi naveroka civîna komîteya asîkirina perlemen û hikûmetê ligel hizba xwe dike.

Duh 3 Sibatê komîta asayîkirina parlemen û hikûmetê li bajarê Silêmanî bi mebesta gotûbêj kirina çareser kirina qeyranê niha yên Herêma Kurdistanê ligel berpirsên Komel re civiya.

Kargêrî Encûmena Siyasî ya Komel Mihemed Hekîm di kongireyekî rojnamevanî de ragehand: Îro me li komîteyê civîn pêkanî û civîna me jî jibo wê yekê bû ku em gotûbêjan li ser şêweyê çareseriya qeyranên niha yên Herêma Kurdistanê.

Herwiha got: “Em pêşbînî dikin ku komîteya hatiye damezirandin biryarên asayîkirina rewşa herêma Kurdistanê bidin ku biryarin xwedî bandorbin jibo parlemen aktîv bibe, tiştêm me xwestine ne giranin tiştê ji mere girîng ewe ku rewşa vegere asata asayî.”

Navborî amaje bi wê yekê kir ku, ew wek Komel ligel refranomê ne û got: “Me ligel komîteyê pirsa refrandomê jî gotûbêj kirin, bi nerîmna me ev mafê rewa yê gelê kurd e.”

Rudaw
Top