Naveroka biryarên hikûmetê li ser çareserkirina kirîza êkonomî
Hikûmeta herêma Kurdistanê xweragirî û berxwedana pêşmergeyên mêrxas, hevwelatiyên Kurdistanê û miaşxoran di vê rewşa dijwara êkonomiya herêma Kurdistanê tê de ye gelek bilind dinirxîne, herwesa gelek bi başî û bi dilgiranî ve li êş, azar û derdeseriyên ji encamê vê kirîz çêbûne têdigehe.
Eşkereye ku çend sedemên yek li pey ya din ji derveyî îradeya hikûmeta herêma Kurdistanê bûne hokarên dirustbûna vê kirîza êkonomî weke; birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federala Îraqê ve di destpêka sala 2014ê de, şerê terorîstên DAÎŞ û hatina yekmilyon û heştsedhezar koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê û sedema herî bi bandor û bi êş, ew jî nizimbûna çaverênekiriya buhayê neftê bû li bazarên cîhanê.
Bûguman hikûmeta herêma Kurdistanê înkara wê yekê nake ku, ji bilî van sedeman şaşî û kêmasiyên îdarî û darayî jî hebûn û bandor li ser dirustbûna vê rewşa êkonomî hebû. Hikûmet her zû haydarî vê yekê bû, ji ber hindê ev zêdetir ji salekêye di çarçoveya bernameyekî çaksazî ji bo danana sîstemeke îdarî ya saxlem dike û di heftiya çûyî de beşek ji wê bernameyê ragehand.
Her ji destpêka dirustbûna kirîzê, hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi amadekirina pilanekê ji bo rûbirûbûna kirîzê û derbaskirina vê reşa dijwar kir, piştî çend mehan ji karkirin, lêkolîn û dûvçûnên zanistî, bi hevkariya şareza, pispor û aliyên peywendîdarên navxweyî û biyanî, li ser bingehê zêdekirina dahatiniyan û kêmkirina xerciyan pilaneke lezgîn ji bo derbasbûn ji vê kirîzê amade kir ku, hevdem digel bernameyê çaksaziya rasteqîne dixe di piraktîkê de. Herwesa hikûmet bi hemû rêyan û bi hemû îmkanên xwe ji bona biyekcarî vê kirîzê çareser bike, dixebite.
Kakila bernameya pilana lezgîn ya hikûmetê ku tedbîrên demkî ne û bi tenê ji bo derbaskirina vê rewşa êkonomî ye ku ji; paşkeftkirina (teserif kirin) miaşê tev miaşxoran, ji bilî miaşê Pêşmerge û hêzên emnî li bereyên cengê û asayîş û aramiya herêma Kurdistanê diparêzin, ji gelektirîn miaş gelektirîn paşkeft û ji kêmtirîn miaş kêmtirîn tê paşkeft kirin daku ji niha û pêve bi awayekî misoger mehane di dema xwe da li gor sîstema nû miaş bê dabeş kirin. Ew paşkeft û ew miaşên sala borî 2015ê ku nehatîne dan her li ser sîstema berê weke qeriz li ba hikûmetê dimînin.
Hevdem digel van tedbîran ku, bi tu awayî birîn û kêmkirina miaşê kesê nîne û nakeve di çarçoveya çaksaziyan de û jê re nayê gotin çaksazî, hikûmet pilana çaksaziyên rasteqîne jî bi cî dike ku bi giştî hemû waran û bi taybetî warê neft û gazê, kareba û wezîfeyên giştî li xwe digire.
Hevwelatiyên xweştivî
Ev pilana hikûmetê ji bo derbaskirina kirîzê ye, bi têgihiştin, hevkarî û piştgiriya miaşxoran û tevaya hevwelatiyan û hemû aliye biser dikeve û bi hevkarî û karên bi hev re û pişt bi Xweda bestin û piştevaniya hemûyan, em dikarin bi serkeftî kirîzê û vê rewş û qonaxa dijwar derbas bikin. Em hemû aliyan dilrehet dikin ku aso û paşeroja herêma Kurdistan û gelê me geşe û weke gelek kirîzên din yên dijwar û derdeseriyên din, ev jî derbas dibe û em dê bigehin kenarê aramiyê.
Biryarên civata wezîrên herêma Kurdistanê
1- Ajotina sîstema paşkeftkirina rêjeyeke adil ji koma giştiya miaş û dermaleyê miaşxorên herêma Kurdistanê, ji bilî Pêşmerge, Asayîş, hêzên Zêrevanî û fermndeyîya amde ji bona misogerkirina pêdana beşke ji miaş û dermaleya mehane di dema xwe de, ew rêjeya tê paşkeftkirin weke mafekî miaşxor bi qeriz li ser wezareta fînansê dimîne digel timama miaş û dermaleya mehên sala borî 2015ê li hisabeke taybet bi navê (paşkefta miaşxorên herêma Kurdistanê) tê qeyd kirin bi awayekî demkî heta rewşa êkonomiya herêma Kurdistanê normal dibe û ji roja 01.10.2016ê tê cîbicî kirin û ji wê rojê were dê qûtkirina qeriz û pêşîneyên hikûmetê ku li ba miaşxoran e tên paşxistin.
2- Ew karmendên ku otomobîlên hikûmetê li ba wan in û ne xizmetgozarîne, ji niha û pê de divê ew bi xwe tev xerciyên otomobîlê li ser xwe bigirin. Yan jî bila otomobîlên hikûmetê vegerînin û alavên veguhastinên xizmetgozariyên giştî yên hikûmetê weke hevpîşeyên xwe yên din bikarbînin.
3- Pêkanîna komîteyeke hevbeş ji (dîwana çavdêriya darayî, sekreterê civata herêmî bo karûbarên neft û gazê, wezareta darayî û aborî û wezareta samanên xwezayî) bi armanca lêkolînkirina gişt jimarên hisabên taybet bi dahatiniyên ji gişt pirosesên neft û gazî li herêma Kurdistanê bi dest dikevin bi hevkarî digel kompaniyayeke navdewletiya bawerpêkirî di warê hûrgiliyên jimêryarîyên neft û gazê ji bo cudakirina pirosesa darayîya dahatiniya neft û gazê li wezareta samanên xwezayî heta ku destbikarbûna desteya rêvebirina Sindoqa dahatiniyên neft û gaza herêma Kurdistanê. Tevî wê komîteya wezarî ku li civîna berê ya civata wezîran hatibû pêkanîn û texwîl kir bi navê civata wezîran wezîfeya biagabûn û çavdêrîkirina dahatiniyan bigire ser milê xwe di çarçoveya ew desthilat û mafên jê re ahtine destnîşan kirin.
4- Biryar hat dan gişt pirosesên firotin û kirîna nefta xav û berhemên neftê, cuda ji wê nefta bi rêya boriya nefta Kurdistanê tê hinarde kirin, bi rêya mezada eşkere û bangên giştî be li ser bingehê kêbirkê û peydakirina derfetên wekehev ji bo kompaniya û belênderan bi minasibtirîn buha û baştirîn kalîte û nabe bi tu hênceta dîrekt îhaleya tu kes, belênder û kompaniya bikire û divê di nava 30 rojan da wezareta samanên xwezayî rênîşanderên taybet di vî warî de bide piştî pesindkirinê ji aliyê civata herêmî bo karûbarên neft û gazê û dîwana çavdêriya darayî rola hûrbîniyê û çavdêriyê bigire ser xwe.
5- Biryar hat dan bi raspardina wezaretên peywendîdar, walî û qaymeqaman bi hevahengî dugel Jorên Bazirganî û çabdêriya bazirganî ji bo çavdêrîkirina bazarî û dirustkirina hevsengiyê di navbera dahatiniyê havwelatiyan û buhayê alavan û xizmetgozariyên rojane weke xorak, mesrefên kilînîk, pişkinînên pizîşkî, neştergerî, dermanxane, kirêya xaniyan, kirêya xandina ehlî, baxçeyên zarokan û xizmetgozariyên înternet û buhayê generatorên karebê yên ehlî. Ji bo vê armancê civata wezîran desthilatên pêwîst bi wezîrên peywendîdar wîlayetan da.
