Hefteyeke din Siûdiye Konsulusxaneya xwe vedike
Piştî hefteyeke din Siûdiye Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vedike.
Piştî ku Konsulusê Siûdiyeyê Samir Sebhan li gel Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtin pêk anî biryar e ku hefteya pêş konsulusxaneya Siûdî li hewlêrê vebe.
Konsulusê Siûdiyeyê yê li Îraqê, Samir Sebhan ragihand ku, pêwendiyên wan yên baş ligel Kurdistanê hene û li ser berdewamî û geşkirina wan pêwendiyan jî vê berdewam bin.
Samir Sebhan eşkere kir ku, dê heftiya bê, konsulusxaneya Erebistana Siûdî li Hewlêrê dê were vekirin.
