Li Mexmûrê Pêşmerge çend gundek rizgar kirin
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li bereya Mexmûrê Necat Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serê sibê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşek li ser gundên derdora Mexmûrê pêkanîn û naha jî di pêşveçûnê de ne.’’
Herwaha Necat Elî diyar kir: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di vê pêşveçûnê de karîn gelek gund û cihên stratejîk ji destê DAIŞê derbixin û bi dest bixin. Naha jî Pêşmergeyê Kurdistanê li gundê Kudîleyê ne, ku 17 kîlometre li rojavayê Mexmûrê ye û pêştir terorîstên DAIŞê ji vêderê Mexmûr bombe baran dikirin.’’
Necat Elî got: ‘’Armanca vê êrîşê ji aliyê ewlehiyê we li navçeyê aramî bê avakirin û DAIŞê ji wan deveran we êrîş û bombe baran dikir û armanc bi destxistina wan deveran bu. Herwaha Pêşveçûna xwe berdewam dike ku heta cihên ku li ser biryar hatiye dayîn. Stratejiya Pêşmerge jî azadkirina tememê navçeyên Mexmûrê ye.’’
Basnews
