• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Îraq li ser bingehên şaş hatiye damezrandin

Gulan Media February 3, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Îraq li ser bingehên şaş hatiye damezrandin

Mesrûr Barzanî dibêje Îraq li ser bingehên şaş hatiye damezrandin.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya li Tiwtterê babetek derbarê Îraqê de belav kiriye û eşkere kiriye ku Îraq weke welat û dewlet li ser bingehên şaş hatiye damezrandin.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kiriye ku em pêşmergene û rojane xwîna xwe di şerê dijî terorîstên DIŞIê de feda dikin û tişta yekane yaku em daxwaza vê dikin jî çeke.

Mesrûr Barzanî derbarê DIŞIê de jî eşkere kiriye ku sedema serekî yaderketina DIŞIê kêşeyên siyasîne.

Barzanî nivîsandiye ku: Zêdetir ji 100 sale hewl bo damezrandina Îraqê tê dayîn lê ew hewldanên han bêencam bûne jiber ku li ser bingehên şaş hatiye damezrandin.
Top