“Kurd bi alîkariya Amerîka dikarin Efrîn û Kobanî bigihînin hev!”
Seredana şanda hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bo Kobanî di roja 30ê meha borî de, bi seroktiya nûnerê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett MacGurk, bala kurdên Rojava kişand ser herêma kurdî ya navbera Efrîn û Kobanî, ku wek Babê û Ezazê tê nasîn û hîn di bin kontrola DAIŞê û hêzên radîkal ên îslamî de ye.
Berdevkê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li herêma Bab û Ezazê ya Rojavayê Kurdistanê, Elî Mislim ku bi xelkê herêma Babê ye û ew dever hîn di bin kontrola DAIŞê de ye, ji Radio Rûdaw re got, seredana hevpeymaniya navdewletî bo Kobanî, ji bo hemahengiya bi YPGê re di şerê DAIŞê de ye.
Elî Mislim, her wiha diyar kir ku başkirina peywendiyên bi Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî re, di berjewendiya kurdên Rojavayê Kurdistanê de ye, ta ku bi alîkariya wan bikaribin devera di navbera Kobanî û Efrînê de, ji destê DAIŞê derxînin û tevahiya xaka Rojavayê Kurdistanê bikin yek.
Berdevkê ENKSê li herêma Bab û Ezazê, li ser gund û deverên kurd ên di navbera Efrîn û Kobanî de jî got, gundên kurdan ji bakurê herêma Babê de dighên sînorê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, herweha gundên kurdan ji rojavayê Kobanî û çemê Ferat ve jî, ta herêma Ezazê ji hev qut nabin, ango di dîrokê de xaka Rojavayê Kurdistanê li wê deverê yek parçe bûye rêjîma Sûriyê bi demografî û erdîngariya wê herêmê lîstiye û destkarî tê de kiriye.
Rudaw
