‘Heta naha ji bo serxwebûna Kurdistanê helwêsta me ne diyare’
Di demekî ku hemû rêxistin û partîyên Herêma Kurdistanê di derbarê serxwebûna Kurdistanê de helwêsta xwe diyar dikin de, Serokê Fraksiyona Bereya Tirkmen jî li Parlamentoya Kurdistanê de dibêje: ‘’Heta naha ji bo serxwebûna Kurdistanê me ti biryarek negirtiye ka helwêsta me vê çibe.’’
Îro Serokê Fraksiyona Bereya Tirkmenan li Parlamentoya Kurdistanê û endamê Polît Bûroya Tirkmenên Kurdistanê Aydin Maruf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pirsgirêka serxwebûna Kurdistanê ji aliyê me we ti gotûbêj li ser nehatine kirin û babetekî pir giring û çarenûs avadike, bi taybet jî di peyvendiyên Kurd û Tirkmenan de.’’
Herwaha Aydin Maruf diyar kir: ‘’Dema ku wexta wê bê emê helwêsta xwe ragehînin. Lê heta naha li ser vê mijarê me ti gotinek nekiriye.’’
Çend roj berî naha Serokê Bereya Tirkmenên Iraqê û di heman demê de Serokê lijneya mafê mirov li Parlamentoya Iraqê de Erşed Salihî diyar kiribû : ‘’Tirkmen li dijî dabeşkirina Iraqê ne. Em hêvîdarin pirsgirêkên dinava Hewlêr û Bexda bi gotûbêjan û dialogan çareser bibe. Herwaha em rê nadin ku Kerkûk bibe girêkeke siyasî dinava Hewlêr û Bexda, Kerkûk pêwîste bibe herêmekî serbixwe, ji ber ku xwediyê aboriyekî petrolê yê serbixwe ye.’’
Basnews
