Beriya hilbijartina DYA’yê referendum
Li Herêma Kurdistanê, ji aliyekî reformên ji bo bergiriya îsrafê û çavdêrîkirina karûbarên darayî ketin meriyetê, ji aliyê din ve jî civînên PDK û YNK’ê yên ji bo guncawkirina Peymana Stratejîk a ku di 2004’an de hatibû ezmûnkirin û serkeftî bûbû, erênî encam dan û ev geşedan hêviyên ji bo çareseriya qeyranan berz kir. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku hem biryardariya pêkanîna referandûmê û hem jî hewlên ji bo Peymana Stratejîk ya navbera PDK û YNK’ê li herêmê bûye sedemên xweşbîniyê û destnîşan dikin ku ger ku Goran û Komele di helwestên xwe de pêgir bin, wê ziyanê bidine xwe.
Partiyên siyasî piştgirî dan referandûmê
Di civîna ku li ser banga piştgirîdana referandûma serxwebûnê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de partiyên beşdarbûyî hewlesta xwe ya erênî ragihandin. Barzanî, di cvînê de ji bo qeyrana serokatiyê jî got: “Ez amade me ku vekişim.”
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî dîroka referandûmê jî destnîşan kir û peyama, “qeyranê çareser bikin û serxwebûnê pêk bînin ez amademe ji posta serokatiyê vekişim.” Barzanî, di civîna li gel nûnerên partiyên siyasî de ji bo referandûma serxwebûnê, qeyrana serokatiyê û xalên din ên girîng de ji partiyan piştgirî stend. Di civîna ku roja sêşemê li Nûsîngeha Serokatiyê ya li Selahedîn pêk hat de Barzanî ji nûnerên partiyên siyasî xwest ku qeyrana serokatiyê çareser bikin. Di vê civîna ku Tevgera Goran û Komeleya Îslamî beşdar nebûn de diyar kir ku ji bo çareseriya qeyrana serokatiyê ew amadeye ku dev ji serokatiyê berde got: “Lê belê çareserkirina vê pirsgirêkê şert e” Barzanî vê peyamê da; “Yan di nav xwe de li ser serokekî li hev bikin, yan jî ji bo bi vî awayî dom bike konsensuseke mayînde saz bikin.”
Di vê civîna ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Kûbat Talabanî jî beşdar bû de Berpirsê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî û Endamê Polîtburoyê Mehmûd Mihemmed, Cîgirê 1. ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl û Berpirsê Politburoyê Mele Bextiyar û ji Yekgirtû jî Sekreterê Giştî Mihemed Ferec jî amade bûn. Barzani ji partiyên siyasî xwest ku mercên awarte yên ku Herêma Kurdistanê dijî li ber çavan bigirin û ji bo çareseriya qeyranên siyasî û aborî ku ji ber pirsgirêka serokatiyê aloztir bûne bi berpirsyarî tevbigerin. Barzanî derbirî ku ji bo çareseriya pirsgirêkê ew amade ye ku ji serokatiyê vekişe û ji nûnerên partiyan xwest ku ji bo pêbaweriya gel a partiyên siyasî ji nû ve xurt bibe polîtîkayên xwe bi şefafî bimeşînin. Di encama civîna ku li ser şerê li dij DAIŞ’ê, geşedanên siyasî û leşkerî yên herêmê û referandûma serxwebûnê jî bi grîngî hate axaftin de encamnameyeke 6 xalî hate ragihandin. Biryarên encamnameyê ev in;
Parlamentoya Herêma Kurdistanê
-Nûnerên partiyan yên beşdarî civînê bûne, di çarçoveya rewşa awarte ya Herêma Kurdistanê û herêmê de, wê ji berpirsyariyên xwe yên ji bo gel û Pêşmerge agahdar bin û wê biryarên xwe yên siyasî di vê çarçoveyê de binirxînin.
-Divê partî piştgirî bidine referandûma serxwebûnê û ji bo pêkanî wê divê piştgiriya hemû alî û partiyên din bê wergirtin. Ji bo mafê rewa yê diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê ji cîhanê re baş bê ravekirin, wê pêwîstiya pêkanîna referandûmê bê destnîşankirin.
-Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên gel yên ku ji ber qeyranan rû dane û pêşîlêgirtina koça derveyê welat a hemwelatiyan, wê xebat bêne kirin û ji bo hewla hikûmetê ya reformên li dij qeyrana aborî wê pitgirî bê dayîn.
-Bi mebesta ji çalakkirina parlamanê, çareserkirina nakokiyên navbera partiyên siyasî, çareserkirina qeyrana serokatiyê û pêkanîna referandûmê re zemîneke derfetdar peyda bike, wê lijneyeke taybet bê sazkirin.
-Herêma Kurdistanê, wê nebe beşeke ji rikberiyên herêmê û ji bo dazanîna ku gelê Kurdistanê di çarçoveya nirxên demokrasiyê de xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye, wê xebat bêne kirin.
-Ji bo çareseriya pirsgirêkên bi Bexdayê re, wê rêyên diyalogê vekirî bin.
Pîrê: Lêpirsîna rewabûna serokatiyê Barzanî diêşîne
Parlamenterê YNK’ê Saadî Pîrê ragihand ku lêpirsîna rewabûna serokatiya Mesûd Barzanî herî zêde wî diêşîne. Pîrê da zanîn ku ji ber vê yekê Barzanî gotiye; ‘Ger kesek ku dikare serokatiyê bike hebe, fermo bila bê’ û 4 caran gotiye ‘Ez amade me vekişim’û wiha dom kiriye; ‘Lê belê ger ku kesek ku vî erkî hilnegire ser xwe tune be, bila herkes bi karê xwe mijûl bibe, lewra Herêma Kurdistanê di pêvajoyeke zor ku di heman demê de di xwe de firsendên dîrokî dihewîne de ye û ev ne pêvajoyek e ku dikare qeyranên ku siyasetmedar bûne sedem ragire’
Dr. Sîrwan Abdulla: Dîroka referandûmê ji bo hilbijartinên DYA ye
Ji alî din ve, di nav derdorên siyasî yên Hewlêrê de gotegotên li ser axaftina Barzanî ya ‘Divê referandûma serxwebûnê beriya hilbijartina serokatiya DYA ya 8’ê Mijdarê pêk bê’ destpêkirin. Di derbarê vê babetê de Parlamentê Lîste ya Kurd a Iraqê Dr. Sîrwan Abdulla ji BasNûçe’yê re ragihand ku sedemê vê daxwaza Barzanî, pêşbîniya egera ku piştî Herêma Kurdistanê referandûmê pêk bîne û di hilbijartinan de Komarparêzên ku di her platforman de qala serxwebûna Kurdistanê dikin, li DYA’yê bibin desthilatdar û piştgirî bidine ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye. Abdulla, anî ziman ku piştî Kurdistan bibe dewleteke serbixwe, bi derfetên serxwebûnê, wê tafilê van qeyranên ku dijî çareser bike. Di derbarê pirsa me ya bandora civîna Barzanî û partiyên siyasî de jî Abdulla wiha peyivî: “Li gel şer û bandora wî ya neyênî, sedemeke bingehîn ê qeyrana aborî ya ku Herêma Kurdistanê xistiye tengasiyeke mezin jî kêmbûna dîrokî ya nirxê neftê ku Qatar, Erebistana Siûdî, Rûsya û Îranê jî ziyanên mezin jê dîtine. Mixabin hin alî, bi ser dezgehên xwe yên ragihandinê belavdikin ku sedemê vê qeyranê polîtîkayên RHK’ê û hikûmetê ne. Ev yek bi taybetî li Silêmanî dibe sedem ku baweriya gel a ji rêveberiyê re lawaz bibe. Ji bo bandora neyênî ya vê propagandayê bê şikandin divê hikûmet û rêveberên karûbarên darayî polîtîkayên xwe bi zelalî bi rê ve bibin”
“Gel ji Peymana Stratejîk hêvîdar e”
Di bersivdayîna pirsên BasNûçe’yê yên di derbarê civînên PDK û YNK’ê yên ji bo aktuelkirina Peymana Stratejîk de jî Dr. Sîrwan Abdulla, ji bo çareseriya qeyranên Herêma Kurdistanê, grîngiya Peymana Stratejîk a navbera PDK û YNK’ê ku berê jî hatibû ezmûnkirin û encamên erênî derxistibû holê destnîşan kir û diyar kir ku li gel hemû pirsgirêkan jî gelê Kurdistanê, jinûve îmzekirina Peymana Stratejîk a ku li mercên awarte yên îroyîn hatiye goncivandin pir hêvîdar e. Abdullah, sedemê helwesta neyênî ya Goranê, bi çûna derveyê welat a Sekreterê Giştî Noşîrwan Mistefa û zêdebûna bandora kesên ku şarezayiya wan a siyasî tune ye ve têkildar kir û beşdarnebûna Goranê ya civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bi nûnerên partiyên siyasî re jî wek bêtecrûbeyiya serkirdeyên Goranê nirxand: “Ger ev bêtecrûbeyiya siyasî nebûya, her çend biryarên civînê pesend nekiribûya jî, ji bo peyama ‘Ez alîgirê çareseriyê me’ bide gel, divê beşdarî vê civînê bibûya”Sirwan Abdulla, Sekreterê Giştî yê Komeleyî Îslamî Elî Bapîr jî bi van gotinan rexne kir: “Beriya civînê ragihand ku ew ê piştgirî bidine hemû hewldanên çareseriyê, lê belê beşdarî civînê nebû. Ev helwesteke çewt e”
PDK: Em amade ne bi Goranê re bicivin
Ji alî din ve piştî civîna PDK’ê û şandeya Partiya Sosyal Demokrat a Swêd ya ku ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera partiyên siyasî hatibû Kurdistanê, Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku ji bo çareserkirin pirsgirêkan ew amade ne ku biTevgera Goran û hemû partiyan re hevdîtinan pêk bînin. Mîranî diyar kir ku ji bo hevdîtinan divê tu partî şertan dernexe pêş û got: “Pirsgirêk dikarin bêne çareserkirin, lê divê hemû alî ji vê yekê re amade bin û ji bo aramiya siyasî gavan bihavêjin” Li ser navê şandeya Swêdî Ensan Urbak jî diyar kir ku ji bo pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin çi ji destê wan tê ew ê bikin. Piştî vê hevdîtinê wê şandeya Swêdî li gel berpirsên YNK û Goranê jî hevdîtinan pêk bînin.
Peymana PDK û YNK’ê aktuel dibe?
Peymana Stratejîk a ku bi mebesta hevgirtina hilbijartinan û bi yeksanî parvekirina desthilatdariyê di 2004’an de di navbera PDK û YNK’ê de hatibû îmzekirin, piştî veqetandinên ji YNK’ê û damezirandina Tevgera Goran û guherînên zemîna siyasî û civakî, di hilbijartinên 2013’an ên ku Goran bi serkeftineke mezin, li pey PDK’ê bû dûyem mezintirîn partî, hukmê xwe wunda kiribû. Li Herêma Kurdistanê, ji ber şerê DAIŞ’ê, koça penaberan, ji alî Bexdayê ve neşandina ji sedî 17 para budceya Herêma Kurdistanê û di encama nîqaşên pergala rêveberiyê û serokatiyê yên ji Îranê hatibûn organîzekirin, bûne sedem ku li gel bi antî-demokratîkiyê bê rexnekirin jî nîqaşên aktuelkirina Peymana Stratejî dane destpêkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Peymana nû wê çawa be?
Li ser Peymana Stratejîk a ku tê pêşnûmakirin ku di navbera PDK û YNK’ê de ji nû ve bê aktuelkirin nîqaş didomin. Di derbarê van nîqaşên ku wek ‘Gelo wê peymana berê bê aktuelkirin, an wê peymaneke nû bê îmzekirin?’ de ku rojeva Herêma Kurdistanê tije dikin de Berpirsê Têkiliyên Derve yê PDK’ê Hêmin Hawramî diyar kir ku PDK û YNK ketine pêvajoya peymaneke nû û bi gotina; “Wê peymana nû li ser peymana 2004’an bê aktuelkirin” û nêrîna PDK’ê rawe kir. Di derbarê xalên ku aliyan li serê li hev kirine jî Hawramî got: “Ji bo ji nûh ve damezirandina hikûmeta koalîsyonî û hevkariya ji bo çareserkirina qeyranan, hevdîtin didomin”Hawramî da zanîn ku li gor mercên herêmê wê projeyek bê amadekirin û beriya her tiştî wê alî ji bo damezirandin hikûmeteke nû hevdîtinan pêk bînin.
Piştî axaftina Endamê Polîtburoya YNK’ê Ehmed Saadî Pîrê ya “Pirsgirêk ne ji peymanê, ji pêknehanîna peymanê ye û ji ber vê yekê, ji bo peyman jinûve bibe xwed hukm divê alî helbiwestin” Berdevkê PDK’ê Mahmûd Mihemmed jî got: “Peymana Stratejîk, di çarçoveya berjewendiyên gelê Kurdistanê de ji bo pêkanîna yekdengiya gaveke serkeftî bû. Divê Peymana Stratejîk, li ser binemaya 2004’an, li gor mercên îroyîn û ji bo çareserkirina qeyranên siyasî û aborî ji nû ve bê sererastkirin” Bi van daxuyaniyan, diyar dibe ku wê peyman li ser esasên peymana yekem a 2004’an ji nû ve bê çalakkirin.
“Aloziya nav YNK’ê dikare tîn li peymanê jî bike”
Pisporê Pêwendiyên Navnetewî Prof. Dr. Musa Kaval, di axaftina li gel BasNûçe’yê de diyar kir ku Peymana Stratejîk a 2004’an bûye sedema aramî û geşedana navxweyî û got: “Lê belê mercên îroyîn ên RHK’ê, peymaneke wiha, ji 2004’an bêtir ferz dike. Peymaneke wiha ku hatiye ezmûnkirin, ji bo çareserkirina qeyranên heyî ferz e” Kaval, balê kêşa ser nakokiya ku di navbera Cîgirê 1. yê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl û Endama Polîtburoyê Hêro Talabanî û diyar kir ku egerî heye ku ev alozî tîna xwe ya neyênî li peymanê jî bike. Kaval wiha dom kir: “Piştî granbûna nexweşiya Birêz Celal Talabanî, di nav YNK’ê de bi ser kesên ku wek namzetên Sekreteriya Giştî têne dîtin cudabûna ramanî destpê kir. Ev nêzîkahiyên ku berê ji alî Talabanî ve dihatin hevsengkirin, bi vekişîna Talabanî re bêtir derketin pêş. Ji ber vê yekê, ev aloziya nav YNK’ê dikare bandoreke neyênî li xebatên Peymana Stratejîk bike.”
Di nirxandina xwe ya di derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li gel nûnerên partiyên siyasî de jî Prof. Kaval biryarên civînê erênî nirxand û anî ziman ku biryardariya li ser pêkanîna referandûmê, aşkere dike ku êdî ji vê yekê veger nabe. Kaval, daxwaza Barzanî ya ji bo referandûm beriya 8’ê Mijdarê pêk bê, di çarçoveya egera ku wê Komarparêzên DYA piştgirî bidine serxwebûnê ne nirxand û dom kir: “Piştî çûna Barack Obama, çi Komarparêz, çi Demokrat, kî bibe desthilat jî wê pêvajoyeke nû destpê bike. Ji ber vê yekê grîngiya 8’ê Mijdarê heye, lê belê pêkanîna referandûmê ne tenê ji bo DYA ji bo Ewropa û hemû dinyayê jî grîng e. Lewre pêkanîna referandûmê wê di destê Herêma Kurdistanê de her ji bo mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê karteke bi hêz be. Jixwe Birêz Barzanî jî dibêje ku ev projeyeke wî ya şexsî nîne, daxwaza gelê Kurdistanê ye.”
Ajgeyî: YE, piştgiriya darayî dike
Nûnerê Yekîtiya Ewropa (YE) yê Herêma Kurdistanê Dîlawer Ajgeyî, da zanîn ku wê YE, ji bo Herêma Kurdistanê budceyeke taybet bişîne. Ajgeyî ji BasNûçe’yê re ragihand ku berê jî YE’yê ji ber şerê li dij DAIŞ’ê û koça navxweyî alîkariya darayî li Herêma Kurdistanê kiriye û got: “Lê belê vê carê egerî heye ku YE rasterast alîkariya darayî ya ê bike. Ji ber Herêma Kurdistanê ne dewlet e, di prosedurên fermî de hin xalên ku alîkariya rasterast asteng dikin hene, lê belê em ji bo mekanîzmayeke ku rê li alîkariya rasterast vedike heldiwestin û daxwaz dikin.” Ajgeyî da zanîn ku ji bo Herêma Kurdistanê ji qeyrana darayî derkeve pêwîstiya wê bi 4.5 milyar dolarî heye, di şerê DAIŞ’ê de RHK’ê 300 milyon dolar xerc kiriye û dom kir: “Herêma Kurdistanê, aliyeke ji Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ye û hefteya bê, wê nûnerên welatên hevpeymaniyê li Îtalyayê bicivin. Di vê civînê de wê alîkariya ku wê ji bo Hêzên Pêşmerge bê dayîn jî bê rojevê.”
Mûçe têne dayîn
Herêma Kurdistanê di reformên li dij qeyrana aborî hatin destpêkirin dikevin meriyetê, lê hatibû ragihandin ku wê mûçeyên karmend û mamosteyan heta demeke kurt ji sedî 50 bêne razandin. Serokê Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê Abdulwahid Mihemmed ji bo razandina mûçeyên mamosteyan neyê rawestandin bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Mihemmed piştî hevdîtinê ragihand ku serokwezîr soz daye ku wê razandina mûçeyên karmend û mamosteyan bê navber bidome. Mihemmed her wiha da zanîn ku heta demeke kurt wê nîvê mûçeyan bê razandin, lê dûre wê hemû heqê mayî jî bêne razandin.
Basnews
