• Friday, 20 February 2026
logo

Ebubekir Karwanî: Armanca şanda Ewrûpa ne ew bu ku bêjin em li gel raprisîda nînin

Gulan Media February 2, 2016 Nûçe
Ebubekir Karwanî: Armanca şanda Ewrûpa ne ew bu ku bêjin em li gel  raprisîda nînin
Di çend rojên derbasbuyî de şandekî Ewrûpa serdana Herêma Kurdistanê kir û binkeyên partiyên siyasî yên serekî li Kurdistanê hevdîtin pêkanîn, herwaha li ser pirsgirêkên Kurdistanê peyamên xwe ji aliyan re ragehandin

Yek ji wan peyamane ku bi awayekî aloz têgeheştin tê de avabuye, ew peyama ku pirsa rapirsî û referandûma Kurdistanê ye. Ji aliyê hin partiyan we ew şande li gel rapirsî û referandûmê nînin li Kurdistanê û ew şande li gel yêkpareyiya Iraqê ne.

Di vê derbarê de Endamê Polît Bûroya Yêkgirtuyên Îslamiyên Kurdistanê Ebubekir Karwanî di tora xwe ya civakî ya facebookê de diyar kir: ‘’Ew şande bi ti awayekî armanca wan ne ew bû ku bêjin em li gel rapirsî de ne, yan li gel nînin. Ji ber ku ewan piranî amaje bi giringiya wekhewî û çareseriya pirsgirêkên Kurdistanê destnîşan kirin.’’

Herwaha Ebubekir Karwanî diyar kir: ‘’Di derbarê rapirsiya giştî de armanca wan ne ewe ku bêjin em ligel rapirsiyê de ne yan na. peyama wan eva bu ku hêzên siyasî pir daxwaza piştîwaniya rapirsî û serxwebûna Kurdistanê dikin, pêwîste berî her tiştî peyvendiyên nawxe yên wan hêzane de beramber yêk rêz girtin li yasa û saziyan û yekitî û hemçareseriya nawxeyekî hebe.’’

Berî naha Serokê (Emîrê)Komelên Îslama Kurdistanê Elî Bapîr diyar kiribû ku şanda Ewrûpa li dijî rapirsî û serxwebûna Kurdistanê ye û gotibû vê şande diyar kiriye ku ‘’Em li gel yêkpareyiya Iraqê dene.’’

Basnews
Top