Zana mercê Erdogan ji bo hevdîtinê red kir!
Çend roj berê Leyla Zana daxwaza hevdîtinê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re kiribû. Erdogan jî destpêkê qebûl kiribû lê paşê merc danîbû pêşiya Zana û gotibû, divê destpêkê sond bixwe.
Sonda parlamenteriyê ya Leyla Zana, bi hêceta ku hatiye guhertin, nehatibû pesendkirin. Zana dema sond xwaribû, bi kurdî gotibû “ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet” û li şûna peyva “Miletê Tirk” jî gotibû “Miletê Tirkiyê”.
Li gorî medyaya Tirkiyê, Leyla Zana li ser vê mijarê bi Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş re hevdîtin kiriye.
Di hevdîtinê de Zana gotiye, di sonda min de ti kêmasî û xeletî nebûye ji ber wê jî ez carek din sond naxwim.
Rudaw
