Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Suidiya li Îraqê dike
Li hevdîtinkê Serokwezîr kêfxweşiya xwe ji bo serdana Balyozê Suidiya nîşanda, ku yekemcar e piştî dest bi kar bûnê serdana herêma Kurdistanê dike û hêviya serketinê jê re xwest.
Serokwezîra behsê rewşa siyasî û asayişa Îraqê û rewşa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest têkiliyên navbera her du aliyan di berjeweniya gelê Siudiye û gelên Îraqê bi giştî û her du civakên Suidiye û Kurdisatnê bi taybetî be.
Li Dawiyê jî her du aliyan bal kişandine ser rewşa deverê û qeyrana asayiş û darayiya ku hembêza deverê girtiye. Her wiha behsê serketinên berdewamên Hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstên DAIŞ û xwedî derketin Hikûmet û gelê Kurd ji gelek koçberên destê terorê û pêwîstiyên Herêma Kurdistanê bo alîkariyên serbazî û mirovî li demê niha kirin.
