‘Divê êrîşên li ser Kurdên sivîl bê lêpirsîn kirin’
Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan yê Netewên Yekbûyî (NY) Zeid Raed el Huseyîn bang li Tirkiyê kir ku êrişa ser grûbeke sivîlên kurd ku parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî di nav de bû were lêpirsîn kirin.
Herwaha Zeid Raed el Huseyîn di axaftina xwe de behsa êrişa 20ê çileyê ya çekdarî ku grubeke sivîlên kurd û parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz jî di nav de 10 kes di bin êrişê de man kir û got: ‘ Vê buyerê em şok kirin, di dîmênan de jinek û merek ku alên spî di destê wan de û îhtîmale ku bi ereboka destan cenaze dikşandin û ji terefê wesayîta zirxî ya leşkerî dihatin şopandin.'
El Huseyîn di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Ev grûba sivîl hetanî derbasî aliyê din yê rê dibin, bi giranî rastî êrişa çekdarî tên, kameremanê ku dîmên dikşandin jî hat girtin û ev jî metirsiya li ser çapemeniyê ye.'
Grûba ku parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz û rojnamevan jî di nav de, li taxa Cûdî cenaze û birîndar hilgirtibûn û ev grûb dema ku ji Cûdî vegeriyabûn Cizîrê, ji wesayîta zirxî ya leşkerî rastî êrişa çekdarî hatibûn û kameremanê televîzyona IMCê Refîk Tekîn jî di nav de 10 kes birîndar bibûn.
Basnews
