'Encûmena Wezîran bersiva hin gotegotan da'
Encûmenê Wezîran a Herêma Kurdistanê gotegotên ku dibêjin hikûmet ji ber ku serkeftî nebûye ji ber vê carekedin vedigere Bexdayê red kirin û hat diyarkirin ku ew gotegotane ne rastin.
Çavkaniyekî di asta bilind de li Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand; Ev demeke gotegotên rojnamevanî têne dayîn ku, wekî hikûmet di karên xwe de serkeftî nebûye û siyaseta Herêma Kurdistanê rast nebûye, ji ber vê hikûmet vedigere Bexdayê ne rastin û ji vêderê em red dikin. Seredana Bexdayê jî bi armanca nişandana niyetên baş ên Herêma Kurdistanê û Hikûmetê ne.
Heman çavkanî dibêje çûna şanda Herêma Kurdistanê nayê wê wateyê ku hikûmet di karên xwe yên siyasî de şikest xwariye. Ji ber ku ev seredane berdewama seredana berêye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkanîbû.
Herwaha li gor heman çavkaniyê gotûbêjên şanda Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê pêwîstbu bi armanca bi taybetî li ser çend pirsgirêkên ku hatine destnîşankirin pêkbê, ku her dû alî liser rêkbikevin û bi tê geheştin li ser gaw bavêjin.
Basnews
