Davûtoglu bersiva Mahsûn Kirmizigul da!
Çend roj berê, hunermend û derhênerê kurd Mahsûn Kirmizigul, di twîttera xwe de, ji ber şer û operasyonên ku li Bakurê Kurdistanê didomin, rexneyên tûj li Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu kiribû.
Mahsûn Kirmizigul gotibû, “Zarok û mirovên pîr ên birîndar teslîmî mirinê hatine kirin, ma ev di kîjan ayînê de heye! Tu çawa evqasî zalim û bê rehm bûyî ey Serokwezîr?!...”
Li gorî medyaya Tirkiyê, Serokwezîrê Tirkiyê li ser rêya Erebistanê bersiva Kirmizigul da û got, “Me zilm li ti kesî nekiriye lê em li hember zaliman rawestiyane. Yên ku zilma PKKê nabînin û ji min û dewletê re dibêjin zalim, bila li jiyana me jî binêrin li ya ewên Qendîlê jî. Paşê bila bêjin ka kî zalim e kî birehm e. Her kes şahidê merhemeta me ye lê ti kes şahidê zilma me nîne!...”
Mahsûn Kirmizigul, piştî wan rexneyan, rastî êrişên tund ên medyaya nêzîkî hikûmetê hatibû.
Rudaw
