• Friday, 20 February 2026
logo

Şanda Amerîka, Bêrîtanya û Fransa li Rojavayê Kurdistanê ye

Gulan Media February 1, 2016 Nûçe
Şanda Amerîka, Bêrîtanya û Fransa li Rojavayê Kurdistanê ye
Şandek ji 3 welatên zilhêzên cihanê, Amerîka, Fransa û Brîtanyayê serdana Rojava Kurdistanê kirin û bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava re hevdîtin pêkanîn.

Li gor nûçeyên malpera nêzîk (PYD) belav kirine, ew şande ji pilebilindên dîplomatîk yê 3 welatên bi hêz serdana Rojavayê Kurdistanê kirine. Li gorî zanyariyan, şanda navborî ji nûnerên her sê welatên Amerîka, Fransa û Brîtanya pêkhatiye.

Şanda her sê welatên rojavayî duhî li Kantona Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bi berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re civiyane û hatiye gotin, ku di civînê de berpirsên siyasî û leşkerî jî amade bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di hevdîtinan de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk jî amade bûye.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de gotûbêj li ser danûstandinên Cenevreyê û beşdariya kurdan di danûstandinên Cenevreyê û herwiha pêşeroja Sûriyê hatiye kirin.

Basnews
Top