Nûnerê Obama serdana Kobanê kir
Nûnerê serokê Emerîkayê di hevpeymaniya navdewletî a şerê li dijî DAIŞ (Brit Magork) tevî hejmarek berpirsên Birîtanî bi serdaneke fermî çûne Kobanê .
Li gor nûçeya malpera Xeber 24 ku îro yekşemê 31/1/2016 hatiye belav kirinê ku, nûnerê Barak Obama li ba hevpeymaniya navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ , Brit Magork li gel şandeka berpirsên Birîtanî bi serdaneka fermî şûne Kobanê.
Li gorî nûçeyê şanda Emerîkî û Birîtanî li gel berpirsên rêveberiya xweser û kantona Kobanê civiyane û rewşa bajarê Kobanê û hin navçeyên dinê piştî rizgarkirinê gotûbêj kirine.
Hêjayî gotinê ye ku eve cara yekeme ku şandeke fermî ya paye bilind ya Emerîkî û Birîtanî serdana Rojavayê Kurdistanê dike.
Her weha di nûçeyê de nehatiye diyar kirin ku ka ew şanda Emerîkî û Birîtanî bi serokatiya nûnerê Barak Obama kengî serdana Kobanê kirine û naveroka goftûgoyên li gel berpirsên kantona Kobanê çi bûne.
Xendan
