Obama Serokwezîrê Iraqê hişyar kir
BasNews -Serokê Amerîka Barack Obama, Serokwezîrê Iraqê hişyar kir û ragehanda bendava Mûsilê têkbiçe nexşeya Iraqê vê bê gohertin.
Serokê Amerîka Barack Obama bi telefonê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî axift û di vê peyvendiya telefonî de hat zanîn ku Obama, tirsa xwe ya ji bo têkçûna bendava Mûsilê aniye ziman û diyar kiriye ku di vê derbarê de xewnên ku xewê direvînin dibîne.
Amerîka di vê dema dawiyê de di berbarê bendava Mûsilê de berdewam hikûmeta Iraqê hişyar dike. Lê hikûmeta Iraqê di vê derbarê de wekî ku ti pirsgirêkek tineye tevdigere.
Bendava Mûsilê dikeve bakûrê bajarê Mûsilê û nêzîk 50 km li bajêr dûre. Heger bendava Mûsilê têkbiçe bajarê Mûsilê û bajarê Bexdaya paytexta ıraqê di bin avê de dimînin.
Basnews
