Erdogan bersifa Leyla Zana da û merc destnîşan kir
Serokkomarê Tirkiyeyê bo hevdîtin li gel Leyla Zana mercek danî.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan derbarê daxwaza hevdîtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agirî Leyla Zana de got, heya ku sonda xwe ya parlemeniyê nexwe ez pêr hevdîtinê nakim.
Ew gotinên Erdogan ji aliyê hin kesan ve wisa tên şîrove kirin ku Erdogan naxwaze li gel Zana hevdîtinê bike.
Leyla Zana dema sond xwarinê di şûna peyva mileta Tirk de miletên Tirkiyeyê bikar anî bû û ew sonda Zana ji aliyê parlementoyê ve nehatibû qebûlkirin.
