“Kurdistan ne ji bo referandomê amade ye ne jî ji bo serxwebûnê!”
Serokê Encumena Serokatiya Yekgirtû, Mihemed Reûf, duh êvarê tevlî bernameya “Be Hêminî” (bernameyeke nû) ya Rûdawê bû û bersiva pirsên Hêmin Ebdullah da.
Mihemed Reûf, li ser naveroka civîna Barzanî bi partiyên siyasî re axivî û got, di wê civînê de tenê li ser referandomê hat axaftin, behsa serxwebûnê nehat kirin.
Reûf diyar kir ku li Kurdistanê ne şert û mercên referandomê amade ne, ne jî yên serxwebûnê, mirov dikare bêje li Dihok û Hewlêrê hinekî şert û mercên referandomê hene lê li Silêmaniyê tiştekî wisa nayê dîtin.
Roja 26ê vê mehê, Serok Barzanî bi partiyên siyasî re civiya. Li gorî agahiyên Rûdawê, di civînê de Barzanî gotibû, divê referandoma ragihandina serxwebûnê, beriya hilbijartinên Amerîka (8ê Mijdara îsal) were kirin.
Rudaw
