Almanî Merkel naxwazin
Saziya ÎNSA ya taybet bi rapirsiyan, li Almanya bi rapirsiyekê rabûye û encamên wê di kovara Fokusê de hatine belavkirin û têde derdikeve ku 40% ji xelkê Almanya naxwazin Angêla Merkel, di rêvebirina welat de berdewam be û dixwazin Merkel dest ji posta serokwezîriya Almanya berde.
Hat amaje kirin, sedema ku xelkê almanî Merkelê naxwazin siyaseta Merkel a taybet bi pêşwazîkirina penaberan e.
Di 2015an de, Almanya pêşwazî li Milyonek û 100 hezar penaber kiribû, vê yekê jî bandora xwe li ser nerîna welatiyên Almanya çêkiribû.
Li hemberî wê jî ji sedî 45,2 ji xelkê Almanya dibînin ku pêşwazîkirina Merkel ji penaberan re nabe sedem, ku ew dest ji rêvebirina welat berde.
Ev rapirsî ji 22 heya 25ê vê mehê li Almanya hatiye encamdan û 2 hezar û 47 welatiyên Almanya beşdarî têde kirine.
Rudaw
