Îranê, Dewleta Kurdî wek “Îsraîla Duyem” bi nav kir!
Çend roj berê, Wezîra Dadê ya Îsraîl, Ayelet Şakîd gotibû, êdî dema wê hatiye Dewleta Kurdistanê were avakirin çimkî kurd hêjayî vê yekê ne.
Li hember vê yekê, şêwirmendê siyaseta derve yê rêberê Îranê Elî Ekber Vilayetî, di hevpeyvînekê de digel rojnameya “Aydinlik” a Tirkiyê, bersiva wê Wezîra Îsraîlî da û got, Îsraîl ti carî nagihê wê armanca xwe.
Vilayetî, ku 16 salan Wezîrê Derve yê Îranê jî bû, damezirandina Dewleta Kurdî li Iraqê wek “Îsraîla Duyem” bi nav kir û got, em li dijî parçekirina Iraq û Tirkiyê ne.
Rudaw
