“Bila Kurdistan avê li ser Iraqê qut bike!”
endamê Lêjneya Çandinî û Avdaniyê ya Parlamentoya Kurdistanê, Ebas Xezalî Mîrxan, ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di heyama du salên borî de du êrişên kirêt li dijî Kurdistanê hatine kirin; êrişa DAIŞê û qutkirina bûdce û mûçeyê karmend û hêzên Pêşmerge ji aliyê Bexdayê ve.
Ebas Xezalî Mîran aniye ziman ku ev her du êriş bûne sedema derketina kirîza aborî li Kurdistanê. Mîrxan, ji bo çareserkirina kirîzê vê pêşniyarê dike:
“Divê Herêma Kurdistanê jî bi avê guvaşê bixe ser Bexdayê. Em dikarin ava bendavên Derbendîxan û Dûkanê, ji meha Nîsanê ve qut bikin û berê wan avan jî bidin guhertin. Dema Iraq razî bû bûdceya Kurdistanê bide wê çaxê bila dîsa av were berdan…”
Li gorî wî parlamenterê kurd, Bexda ji zimanê demokrasiyê, biratî û qanûnê fêm nake ji ber wê jî divê mirov bi zimanekî tûj pê re qise bike.
Bendavên Derbendîxan û Dûkanê yên Kurdistanê, du bendavên mezin in. Jibilî av û elektrîka Kurdistanê, ava başûr û navîna Iraqê jî ji wan bendavan tê dabînkirin.
Rudaw
