• Friday, 20 February 2026
logo

Wezîrekî Îsrail: DAIŞê bi pereyên Tirkiyê dijî

Gulan Media January 28, 2016 Nûçe
Wezîrekî Îsrail: DAIŞê bi pereyên Tirkiyê dijî

Wezîrê Berevaniya Îsrailê Moshe Ya'alon ji Asîna ragihand ku, Çekdarên DAIŞê bi xêra pereyên Tirkiyê di rewşeke gelekî baş de ji aliyê darayî ve dijîn.

Wezîrê Berevaniya Îsrailê Moshe Ya'alon doh 26 Çile ji paytexta welatê Yonanê, Asîna di kongireyek rojnamevanî deligel Wezîrê Berevaniya Yonanê Panos Kammenos ragehand ku, ev pirsgirêk girêdayî Tirkiyê û rêjîma wî welatî ye ku biryarê bidin ew dê lidijî çekdarên DAIŞê şer bikin an na, lêbelê heta niha Tirkyê şer lidijî DAIŞê nekiriye.

Wezîrê Berevaniya Îsrailê got: “Her kes dizane ku Tirkyê pêwendiyê ligel DAIŞê dike û çekdarên DAIŞê bi xêra pereyên Tirkiyê ketine xêr û bêrê de û bihêzbûye.”

Dibe ku, Ev daxweyaniyên Wezîrê Berevaniya Îsrailê Moshe Ya'alon, bibin sedema peywendiyên xerabtir yên di navbera Îsrail û Tirkiyê de, wek tê zanîn ev demek dirêje di serdema desthilata Recep Tayib Erdogan de, têkiliyên navbera Tirkiye û Îsrailê di rewşeke xerab de derbas dibin, tê pêşbînî kirin ku, ev daxweyaniya Wezîrê Îsrailê dê van pêwendiyan hênjî aloztir bike.

basnews
Top