Bi sedan çekdarên Heşda Şeibî li derdora Kerkûkê hatine bicîhkirin!
Rayedarekî ewlehî yê bajarê Kerkûkê ji Rûdawê re eşkere kir ku komek milîsên şîe yên Iraqê li bajarokê Taze (piraniya xelkê wir tirkmenên şîe ne) li nêzîkî bajarê Kerkûkê hatine bicîhkirin.
Wî rayedarê kurd da zanîn ku ew hêz, bi çekên giran jî hatine çekdarkirin û duh (27ê vê mehê) barek çek ji wan re hat şandin.
Serokê Lêjneya Asayişê ya Kerkûkê Azad Cebarî jî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ew çekdar hemû xelkê wî bajarokî bi xwe ne û vê dawiyê tevlî Heşda Şeibî bûne, lê hejmara zêde nîne.
Azad Cebarî diyar kir ku armanca wan ji damezirandina wê hêzê ew e ku deverên xwe yên ketine destê DAIŞê, rizgar bikin.
Hêza Heşda Şeibî, ku ji milîsên şîe yên Iraqê pêk hatine, piştî ku DAIŞê bajarê Mûsilê girt, bi fetwaya mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî hat damezirandin.
Ew hêz niha bi fermî tevlî şer û operasyonên li dijî DAIŞê dibe û mûçe ji hikûmeta Iraqê distîne.
Rudaw
