• Friday, 20 February 2026
logo

DAIŞê bi 10 otomobîlên bombekirî êriş kir

Gulan Media January 28, 2016 Nûçe
DAIŞê bi 10 otomobîlên bombekirî êriş kir
Çekdarên DAIŞê bi 10 otomobîlên bombekirî êrişî hêzên ewlehiyê yên Iraqê li bakurê bajarê Rumadiyê kirin.

Çekdarên DAIŞê duh li derdora bajarê Rumadî, navenda îdarî-siyasî ya parêzgeha Enbarê êrişek mezin li dijî hêzên Iraqê pêkanîn.

Fermandeyê Operasyona Enbarê Îsmaîl Mehlawî îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, çekdarên DAIŞê li devera Sersar a li bakurê bajarê Rumadiyê bi 10 otomobîlên bombekirî êrişî baregeha Firqeya 10 a Artêşa Iraqê kirin.

Îsmaîl Mehlawî got, hêzên ewlehiyê yên Iraqê rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûn û karîn êrişa wan têkbibin û zirarek mezin jî gihandin çekdarên DAIŞê.

Mehlawî da xuyakirin, di encama vê êrişê de hejmarek zêde ya çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Ji aliyekê din ve Fermandeyê Polîsê Ferderal ê Iraqê Şakir Cewdet ragihand, hêzên polîs di operasyoneke leşkerî ya li dijî DAIŞê de li devera Huseybiye karîn 7 binkeyên DAIŞê bikin armanc û di encamê de 35 çekdarên DAIŞê bikujin.

Berpirsên Iraqî ti amaje bi zirarên hêzên ewlehiyê yên Iraqê nekirine.

Hikûmeta Iraqê di meha dawî ya sala borî de ragihand, ku hêzên wî welatî karîne bi tewawî bajarê Rumadiyê ji destê DAIŞê derxînin û kontrol bikin.

Ligel wê çendê hêj şer û pevçûn li çend cihên derdora Rumadiyê berdewam e.

Top