Amed – Şer derbasî 6 taxên din jî bû!
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, îro danê sibê li navçeya Sûrê ya Amedê şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de derket.
Peyamnêrê Rûdawê her wiha eşkere kir ku li Sûrê, qedexeya derketina derve li 6 taxên din jî hat ragihandin û şer û operasyon li wan taxan jî belav bûye.
Qayîmeqamtiya Sûrê jî ragihand, qedexeya derketina derve îro li taxên Evdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Silêman Nazîf, Ziya Gokalp û Melîkahmet hatiye ragihandin. Beriya niha tenê li 6 taxên Sûrê, derketina derve hatibû qedexekirin.
Ji aliyekî din, medyaya Tirkiyê ragihand, di şerê Sûrê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Nêzîkî 2 mehan e li navçeya Sûrê ya Amedê, qedexeya derketina derve û şer û operasyon didome.
Hêzên Tirk bi tank û topên giran ketine nav bajêr û piraniya avahî û xaniyan ji ber şer wêran bûne.
Rudaw
