Ne tenê PYD, Tirkiye jî tevlî wê civînê nabe - Rûsyayê eşkere kir!
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragihandibû, eger PYD tevlî civîna Jenêvê bibe ewê civînê boykot bikin.
Li hember vê yekê, alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov diyar kir ku ew ti wateyê nadin daxuyaniyên rayedarên Tirk çimkî ew bawer nakin Tirkiye tevlî civîna Jenêvê bibe.
Li gorî ajansa rûsî ya Sputînk, Bogdanov her wiha anî ziman, çawa ku Rûsya, Amerîka û Erebistana Siûdî tevlî wê civînê nabin Tirkiye jî tevlî nabe çimkî ti eleqeya vê mijarê bi Enqerê re tine.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya diyar kir ku destnîşankirina delegeyên civîna Jenêvê di destê NY de ye ne Tirkiye yan welatekî din.
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî ragihandibû, eger PYD tevlî civîna Jenêvê nebe, çareserkirina kirîza Sûriyê dê zehmet be û civîn jî dê bê encam bimîne.
Herî dawî, Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius eşkere kiribû ku nûnerê NY di karûbarên Sûriyê de Steffan de Mistura gotiye, ew PYD venaxwînin civîna Jenêvê.
Heta niha 2 civîn li bajarê Jenêvê yê Swîsra ji bo çarekirina aştiyane ya kirîza Sûriyê hatine lidarxistin, her du jî bê encam bûne. Dê roja 29ê vê mehê jî sêyemîn civîn li Jenêvê were lidarxistin.
Rudaw
