‘Çîn dikare Kurdistanê ji krîzê xilas bike’
Aborînas Elmas Hişmetî ji Rûdawê re diyar kir heger Çîn piştgireyek bilez û bibandor bide Herêma Kurdistanê, krîza aborî ya li Kurdistanê bê were derbaskirin.
Elmas Hişmetî wiha got: “Çînî dixwazin cihekê wek Herêma Kurdistanê gavên aborî bavêje. Çimkî Herêma Kurdistanê ji aliyê çavkaniyên sirûştî ve gelekî dewlemende.”
Hişmetî anî ziman hinek metirsiyên Çînê hene û got, metirsiya wan a sereke ew e ku li Herêma Kurdistanê bankayek navnteweyî ya bihêz nîne.
Aborînas Elmas Hişmetî herwiha amaje kir ku Çin di aliyê hilberan û saman de projeyên demdirêj rêve dibe û ji ber wê yekê jî garantiyê dixwaze.
Rudaw
