• Friday, 20 February 2026
logo

Zana dê rewşa Ocelan li gel Serokomarê Tirkiyê gotûbêj bike

Gulan Media January 27, 2016 Nûçe
Zana dê rewşa Ocelan li gel Serokomarê Tirkiyê gotûbêj bike

Leyla Zana, daxwazên ku pêşnîyarê Serokomarê Tirkiyê bike, aşkera kirin; Zana dê rewşa Ocalan, sîstema xweserî ya bakurê Kurdistanê û rêzgirtina statuya rojavayê Kurdistanê bînê ziman.

Parlamentera HDPê ya Agirî Leyla Zana, tevî Xelatdarên Nobelê Şîrîn Ebadî û Jose Ramos Horta, beşdarî Konferansa Kurdî ku li Brukselê, Parlamentoya Ewropayê tê lidarxistin bû. Zana di konferansê de got, beriya çend rojan ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan, daxwaza hevdîtinê kiriye û naveroka hevdîtin û daxwazên xwe aşkera kirin.

Zana bo çareseriya bingehîn ya pirsa kurdî bal kişand ser 3 mijaran û got; Divê di şertên wekhevî de bi Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan re gotûbêj bên kirin, Statuya siyasî û îdarî ya bakurê Kurdistanê bi Destûra Bingehîn bê garantîkirin û rêz li îradeya kurdên rojavayê Kurdistanê bê girtin.

K24
Top