• Friday, 20 February 2026
logo

Ocalan: Min der bikin jî ez naçim!

Gulan Media January 26, 2016 Nûçe
Ocalan: Min der bikin jî ez naçim!
Hat îdia kirin Rêberê PKKê yê li Îmraliyê girtî Abdullah Ocalan gotiyê “Hûn min jî Tirkiyê derbikin jî ez dernakevim.”

Li gort girtenameyên di pirtûka "Destnivîsên Imraliyê" de destnişan dibe ku Ocalan berî hevdîtinên li Dolmabahçeyê 27ê Sibata 2015an ligel şanda dewletê ya Birêkara Ewlehî Sazûmana Giştî (KGM) civiyaye û jê xwestiye ku ji alî dewletê bila tenê sê kes di civîna Dolmabahçeyl de hebin.

Ocalan ji musteşarê dewletê re dibêje tê gotin ku şik heye ezê birevim, musteşar bersivê dide dibêje, ev der welatê te ye kes nikare we jê der bixe.

Di girtenameya navborî de wiha hatiye gotin:

“KGM: Sedsalên ser pêwendiyên tirk û kurdan de polîtikayên şerî hatine sepandin. Metirsî ne bi tenê nejadpersetiya kurdan e, herwiha heman demê metirsiya nejdaperestiya tirkî jî heye.

Ocalan: Ji bo min dibêjin dê bireve. Ezê li vir bimînim. Ez ji Tirkiyê dernavkevim, heger min derbikin jî ezê bimînim û wan derbikim.

KGM: Ev der aza te welatê te ye, ne hedê keseyê tê der bike. Serokwezîrê me bersiveke baş da kesên ku dibêjin ev daxuyanî (daxuyaniya Dolmabahçeyê) heyama kampanyayên hilbijartinan de bibin pirsgirêk. Serokwezîrê me got `Ev pêvajo divê ji roveva hilbijartina cuda were dîtin û bê rêvebirin.`

Ocalan: Birêz D. (Muhammed Dervişoglu) hûn bi zimanekê nerm ji me re dibêjin, hûn li cem hikûmetejî behsa vê yekê bi zimanek nerm bikin dê baştir bibe. Em ji bo ev pêvajo pêş bikeve hewl didin. Heger çareserî çênebe dê bi hezaran mirvo bimirin. Min ev yek fêm kiriye û tişta pêwîst be ez dikim. Gelo wan jî girîngiya vê yekê fêm kiriye, ez nizanim. Baş niqaş bikin ligel wan.

KGM: Hûn bi awayekî stratejîk nêzîk tevahiya bûyeran dibin.”

Rudaw
Top