Serokwezîr û şandeyeke YE rewşa herêma Kurdistanê gotûbêj dikin
Di civînê de, şandeya Yekêtiya Ewropayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê û civîna bi serokazîrê Kurdistanê re diyar kir û behsa têkeliyên navbera YE û herêma Kurdistanê û Îraqê kir û rola Pêşmerge, xelk û hikûmeta Kurdistanê di rûbirûbûnê terorîstên DAÎŞ de, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan û dabînkirina alîkariyên pêwîst ji wan re, bilind nirxandin.
Şandeya mêvan îşaret bi wê yekê kir ku, YE bi giringî ve rewşa herêma Kurdistanê dişopîne û nerehetiya xwe jî li hember wê kirîza êkonomiya li herêma Kurdistasnê heye diyar kir û got ku, ew dê di çarçoveya serdana xwe de digel hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê bicivin û yekrêzî û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên herêma Kurdistanê ji bona çareserkirina kirîza herêma Kurdidtanê alîkar dibe. Di heman demê de piştgiriya xwe ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê û çareserkirina kirîza êkonomî nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya vê serdanê û piştgiriya YE bo herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞê û alîkarîkirina koçber û penaberên li herêma Kurdistanêm kir û kêfxweşiya xwe jî ji bo piştgiriya YE di ware rûbirûbûna ew kirîza êkonomiya rastî herêma Kurdistanê hatî nîşan da.
Serokwezîr sedemên serhildana kirîza êkonomî diyar kirin û got ku, ji ber birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, şerê dijî terorê, hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê û nizimbûna buhayê neftê sedemên çêbûna kirîza êkonomî ne.
Nêçîrvan Barzanî behsa gavên hikûmetê ji bona çareserkirina kirîza darayî kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi pilaneke çareserkirin û rûbirûbûna kirîza darayî kiriye û ji bona vê yekê hikûmetê di ware dabînkirina alîkariyên teknîkî, şareza û pisporiyê de, pêwîstî bi piştevaniya navdewletî û bi tyabetî ya Yekêtiya Ewropayê heye.
Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa pilana çaksaziyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê ya ji bona çareserkirina kirîza êkonomî û mokimkirina sîstema îdarî li herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku herêma Kurdistanê ji alîkariyên YE pêşkeşî Îraqê dike, mifdar be. Barzanî got ku ew bi wê yekê pabend in ku hemû pirsgirêk bi diyalog û danûstandina, çi pirsên navxweyê yan jî yên bi Bexdayê re bin bên çareser kirin.
Serokwezîr eşkere kir ku, gelê Kurdistanê dê bi rêya referendomê çarenivîsê xwe diyar bike û her biryareke gelê Kurdistanê bide di çarçoveya diyalog û danûstandinan de digel Bexdayê bi awayekî aştiyane gotûbêj bike.
