Zarokeke Kurd piştî rojekê bi saxî li nav deryayê hat dîtin
Duh zarokekî kurd ê Başûrê Kurdistanê ku duh belema wan li nêzîkî beravên Yûnanistanê û di deryaya Egeyê de noqî avû bibû, piştî rojekê bi saxî hat dîtin.
Hat zanîn, ku ew zarok navê wê Sûlav e û ji wê malbata 24 kesî ya navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê ye ku 11 kesên wan di avên deryaya Egeyê de xeniqîn û 6 kesên wan winda ne û 7 kes jî rizgar bûne.
Li gor agahiyên Rûdawê ji wê malbata kurd a akinciyê Koyeyê, keça rizgarbûyî Sûlav ji aliyê tîmên hawarçûnê yên Yûnanistanê hatiye dîtin û niha li Yûnanistanê li cem bavê xwe ye ku ji bûyerê filitiye.
Ji heman malbatê hêj 5 kesên din winda ne û çarenivîsa wan nayê zanîn, ku yek ji wan zarokek 7 mehî ye.
Roja înê du belemên koçberên kurd di nav avên deryaya Egeyê de xeniqîn û di encamê de 70 koçberên kurd ên ji Başûrê Kurdistanê xeniqîn, ku termê hinek ji wan hatine dîtin û termên çend kesan jî hêj nehatine dîtin.
Rudaw
