• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Kerkûkê kir

Gulan Media January 25, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Kerkûkê kir
Roja yekşem 24.01.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûkê kir.

Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya Kurdistan û Iraq û navçeyê kirin û di derbarê rewşa emnî û siyasî û aboriya Parêzgeha Kerkûkê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li beşekî dinê hevdîtinê de rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstan li Parêzgeha Kerkûkê guftûgo kirin.



Top