• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Gulan Media January 25, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
Roja yekşem 24.01.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Matîos Mîtman Konsolê Amerîka li Hewlêr amade bû, rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda xistin berbehs û guftûgoyan û behsa amadekariyên hêzên hevpeymanan û hêzên Iraq û Pêşmerge ya ji bo operasyona azadiya Musilê kirin.

Li beşekî dinê vê kombûnê da peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û hemahengiya di navbera her dû aliyan ya li warên cûda cûda de nirxandin.

Top