Li Qamişlo teqîn, 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rûda.
Çavkaniyekî taybet ji Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê ji BasNews re ragihand, şevdin 24 Çile teqînek li nav bajarê Qamişlo qewimî.
Çavkaniya BasNews ragehand ku, teqîn li taxa Wusta li cadeya Meyamî ya Qamişlo rûdaye.
Li gor agahiyên destpêkê di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Taxa Wusta ku bêhtirê nişteciyên wê Xirstiyanin di bin kontirola hêzên rêjîma Esed de ye.
Basnews
