• Friday, 20 February 2026
logo

Demîrtaş û Yuksekdag dûbare bûne Hevserokên HDPê

Gulan Media January 25, 2016 Nûçe
Demîrtaş û Yuksekdag dûbare bûne Hevserokên HDPê

Duyemîn kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir. Tirkiyê nehîşt şandeya Rojava beşdarî kongreya HDPê bibe.

Nûnerên gelek welat, partî û saziyên siyasî û sivîl ên Kurdistanî û cîhanî beşdarî kongreya HDPê bûn.

Ji Başûrê Kurdistanê, nûnerên PDK, YNK, Gorran û partiyên din beşdar bûn, ji Tirkiye, nûner û rayedarên CHP, OSP, ODP, EMEP, ESP, Partiya Keskan û Paşeroja Çep, SYKPê û nûnerên saziyên sivîl ên mîna Mazlûm-Der, ÎHD, Maya-Der, Yaka-Der, Tuhad-Fed, gellek rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, endam û alîgirên HDPê beşdar bûne.

Hat eşkere kirin ku şandeya Rojavayê, li ser sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye astengkirin lewma nekarine tevlî kongreyê bibin

Ji Ewropa û cîhanê jî nûnerên gellek partiyên mîna Partiya Çep a Almanya, Partiya Sosyalîst a Brêzîliya, Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, Partiya Syrîza ya Yûnanistanê, Partiya Sosyalîst a Fransayê, Partiya Akel a Qibrisê, dîplomatên nêzîkî 40 welatên ku balyozxaneyên wan li Tirkiyê hene, beşdarî kongreya HDPê bûne. Hate zanîn ku ji Rojhilatê Kurdistanê ti kesek beşdariya kongreyê nekiriye û her îro hilbijartinên Hevserokatiya HDPê hatin kirin û Selahedîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag dûbare bûn Hevserokên HDPê.
Top