• Friday, 20 February 2026
logo

"Em dikarin xendekan bi diyalogê çareser bikin"

Gulan Media January 24, 2016 Nûçe

Hevserokê giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş di axaftina xwe ya kongreyê de rexneyên tuj li AKP'ê kir û got ew dikarin, peşî li şer bigirin û banga "vî komkujiyê bi dawî bikin" kir.

Selahedîn Demîrtaş got: Em barîkatan xendekan û şîdeta dewletê rewa nabînin. Em dibêjin pirsgirêka van xendek û barîqatan derxistiye holê em bibînin. Hikûmet jî dibêje ez ê mal bi mal paqijiyê bikin. Ku pêwist e em ê kuştina sivîlan li ber çavan bigirin. Ger ku em li hemberî ewlehiya civakê talukeyek dibînin werin em vê yeke bi muzakereye çareser bikin.

Demîrtaş bal kişand ser misyona HDP'ê û got ku divê em ji bo vê yekê bi wêrek bin û wiha domand: Tirkiye welatê me ye, karaseta Tirkiyeyê karaseta me hemûyan e. Ji bo pêşîlêgirtina ve felaketê divê em demokrasiye xwe bi hêz bikin. Derketin bi hêzkirina fermandariyê tank û topan nabe divê biratî bê bi hêzkirin.

Demîrtaş siyasetên hikûmta Tirkiyê jî derbarê nêzîkatiyên cuda ji Kurdên Başûr û Rojava û got: Ger ku Hikûmeta herêma Kurdistanê hevpeymanê te ye çima kurdên rojava nebe hevpeymanê te.

Demîrtaş bal kişand ser hewldanên çêkirina qanûna esasî ya nû û wiha domand: Divê ewil em rê paqij bikin. Divê em çapemeniye azad bihêlin, em ê di parlamentoyê de firsendekî niqaşek hin wêrek pêk binin.

Teqez li wê yekê jî kir, Demîrtaş ragihand ku dê li hemberî derdorên ku dixwazin wan li derveyê siyasetê bihêlin bi israr di nav siyasetê de biminin û HDP'e dê rihê 7 Hazîranê tevbigere.

Jêder: DIHA
Xendan
Top