Encumena Wezîran sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên deryaya Ege dike
Koç encamê serekiyê şer û tundiya terorîstan e ku devera me tûşê krîz û rewşeka dijwar kiriye û buye sedemê rûdana hêjmarek bûyerên bi êş û jan.
Çareseriya rastîn û bi bandora vê pirsa mrovî، tenê bi nehêştin û ji navbirina bereyê teror û tundyê dibe، lewma erkê civaka navdewletî li demê hestiyarê niha, beşdarî kirina ektîv e ji bo dawî anîn bi metirsiyên terorîstan û vegerandina aramî bo civakên deverê ye، bo vê yekê ku xelkê sivîl û bê guneh nebine qurbanî.
Em dubare serxweşiyê ji malbat û kes û karên qurbaniyên vê karesata bi êş dikin û daxazê dikin xudayê mezin hedariya hemû alîyekê bide.
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistan
23-1-2016
