Berf û bagerê Amerîka şepirze kir: Herî kêm 18 kes mirine!
Peyamnêrê Rûdawê li Amerîka, Yerîvan Seîd da zanîn ku li bajarê Washingtonê berfek giran bariye û hewa pir sar bûye.
Yerîvan Seîd da zanîn ku ji ber berf û bagerê, 18 kes mirine, li hinek deveran rewşa awarte hatiye ragihandin, gellek geştên asmanî hatine sekinandin, rêya gellek bajaran hatiye girtin û jiyan qerrimiye.
Peyamnêrê Rûdawê her wiha ragihand, li eyaletên New York û Vêrcîniya jî berfek giran bariye û ji wan li wan deran jî tûşî astengî û zehmetiyê bûye. Tîmên vekirina rê dest bi paqijkirina rêkên bajaran kirine.
Rudaw
