• Friday, 20 February 2026
logo

“Erdogan: Min û Ocalan li ser Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) li hev kiriye!”

Gulan Media January 24, 2016 Nûçe
“Erdogan: Min û Ocalan li ser Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) li hev kiriye!”
Eşkere bû ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, daxwaza ji parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder kiriye ku ji hevserokê KCKê Cemîl Bayik re bêje “bila ji min re meydanê nexwîne!”

Çend roj berê naveroka hevdîtinên şanda Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re wek pirtûk li Ewropa hat çapkirin bi navê “Notên Îmraliyê”.

Ev çend roj in naveroka wê pirtûkê bûye rojeva germ a beşek ji rojnameyên Tirkiyê. Balkêş e ku rojnameyên nêzîkî hikûmeta AKPê zêde behsa vê yekê nakin.

Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, di beşek ji wê pirtûkê de behsa hevdîtina navbera şanda Îmraliyê û Serokomarê niha û serokwezîrê berê yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatiye kirin.

Hevdîtina han, beriya rêkeftina Dolmbahçe ya navbera Ocalan/HDP û dewletê de û piştî bûyerên 6-7ê Cotmeha sala 2014ê yên Bakurê Kurdistanê hatibû encamdan.

Naveroka hevdîtinê ji aliyê endamê şanda Îmraliyê û parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder ve ji Ocalan re hatiye vegotin.

Onder ji Ocalan re gotiye: Min herî dawî ji Serokwezîr (Erdogan) re got ku ezê vê carê serdana Qendîlê bikim. Wî jî ji min re got “dema tu diçî wir ji Cemîl (Bayik) re bêje bila ji min re meydanê nexwîne!”…

Ocalan li ser vê yekê keniyaye û wiha gotiye: Ev jî qaşo mêrantiya tirkî ye! Ezê hişyariyê bidim Cemîl, hûn jî serokwezîr hişyar bikin. Ev kar bi vî rengî nameşin.

Onder vê yekê jî ji Ocalan re dibêje: Serokwezîr ji min re got “min û Apo li hev kiriye. Tenê xetek min a sor heye ew jî ew e ku li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) statûyek mîna Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) neyê avakirin…”

Ocalan hêrs dibe û wiha bersiv dide: Tu jî jê re bêje, em ti carî nahêlin kurd bikevin bin fermana dewleta navendî ya Sûriyê. Ev jî xeta me ya sor e!

Heta niha ne AKP ne jî Erdogan, li ser wan notan tiştek negotine, ne red kirine ne jî piştrast kirine!

Rudaw
Top